Jimara Payize A Kovara Kelhaamed Derket!

Jimara Payîzê A Kovara Kelhaamed, ku sê sal e ji aliyê xwendevanan ve bi zewq tê xwendin, derket

 

Jimara Payîzê A Kovara Kelhaamed, ku sê sal e ji aliyê xwendevanan ve bi zewq tê xwendin, derket.


Dengê xwendevanên Kurd, Kovara Kelhaamed, di jimara dawî de jî bi dosyayên xwe, hevpeyvîn, helbest, nivîsên bi elfabeya ‘Erebî û pelên zaroka careke din dilan xweş dike.

Her wek tê zanîn Kelhaamed, di nêz de li ser navnîşana www.bangaheq.net malpera xwe vekir.

Di jimara payîzê de, dosyayek li ser hîkayeta Zembîlfroş hatiye vekirin û helbesta Feqiyê Teyran a di derheqê hîkayetê de hatiye weşandin.

Digel vê dosyayê dosyayek jî bi navê “Nîqaşên Li Ser Elfabeya Kurdî” hatiye amadekirin. Dîsa li ser Kurdên Sûrî jî rêzenivîsek hatiye dayîn.

Kovarê, wek her jimara xwe, dîsa ciyekî girîng daye helbestên klasîk. Helbestên Melayê Bateyî, Siyehpûş û Feqiyê Teyran dê di vê jimarê de jî xwendevanan mest bike.

Di vê jimarê de mijareke nû jî “Hînkirina Ziman” e.

Xebatvanên kovarê wisa hêvî dikin ku dê kovar bi vê jimara xwe jî bê ‘ecibandin.

Tâkîli u aben

Azad RASTAN / Kelhaamed

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be