KA ‘EDALET?
DÊ XWEST QÎZA WÊ BI ŞERPE BIXWÎNE, CEZA LÊ HAT BIRÎN
Li Intabê, Şuheda Çevîk ji ber ku bi hîcab dixwest here mektebê, ji îdara mektebê heqaret dî, nehiştin sê meha têkeve dersa. Perwerdehiya Mîllî guhneda şîkayeta. Bi vê jî rihet nesekinîn, diya Şuheda dane mehkemê. Mehkeme jî, li Gullu Çevîk, 2 sal û deh meh ceza birî.
Diya Şuheda Çevîk, ji bo li heqê qîza xwe bigere, bi amanca şîkayetê çû qereqolê. Polîsên qereqolê, wê li wir desteser kirin. Piştî îfadeya li sewcîtiyê, hate berdan. Feqet doza lê hatibû vekirin, bi mehkeme dewam kir. Mehkema Cezaya Eslî ya 18an ya Intabê, ji dêlava ewê heqê qîza wê bipirse û bixwaze, du sal û deh meh ceza lê birî.
Hat diyar kirin ku ev qirar, ji hiqûq û ‘edaleta dewletê re, rûreşiyek e. Lewra dê lı heqê xwendinê ya qîza xwe digere, mehkeme jî ceza li dê dibire. Ji teref parêzera hat gotin ku ev hal, dewamiya tesîra 28ê Sibatê eşekere dike. Gotinên hikûmetê, li hev rast dernakevin.
bangaheq