Kalin ji Macrona ku 24ê Nîsanê “Roja Jenosîda Ermenîyan” îlan kir re bertek nîşan da

Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ji Macrona ku 24ê Nîsanê wek “Roja Jenosîda Ermenîyan” îlan kir re bertek nîşan da.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de 24ê Nîsanê wek “Roja Jenosîda Ermenîyan” îlan kir. Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ji Macrona ku 24ê Nîsanê wek “Roja Jenosîda Ermenîyan” îlan kir re bertek nîşan da.

Kalin di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Ji bo Tirkîyê tu hukmê vê yekê tune ye. Ew kesên ku ji banga damezrandina Komîsyona Dîroka Hevpar a ku ji teref Serokomar Erdogan ve ji bo ronîkirina rastîyên dîrokê hatibûn kirin bazdan, hewl didin bûyerên dîrokî berewajî bikin. Em ê fersendê nedin wan kesên ku dîrokê şaş dibêjin û tewessûlî kîn, nefret  û hisûmetê dikin. Em helwesta Macron a derbarê vê mijarê de şermezar dikin û qebûl nakin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin