Kamyoneta ku karkeran vediguhast qeza kir: 7 mirî 20 birîndar

Li Entabê kamyoneta ku karkerên fistiqan vediguhast û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Entabê kamyoneta ku karkerên fistiqan vediguhast û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Oguzelî- Elbeylî pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta bi plaqeya 79 DU 351 a ku ajokarê wê Îbrahîm Şahîn bû û mînîbûsa bi plaqeya 27 AHH 618 a ku ajokarê wê Alî Bor bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes li cihê bûyerê û 3 kes jî li nexweşxaneya ku lê hatin rakirin jiyana xwe ji dest dan. Her wisa di qezayê de 20  kes birîndar bû.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr û derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir