Hat ragihandin karkerên ku li Stenbolê di înşaata balafirgeha sêyemîn de dixebitin ji şert û mercên xebatê re bertek nîşan dan û vê şeveqê di seat 06.30an de çalakî dan destpêkirin.
Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re gelek yekîneyên cendirmeyan hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di navbera karkeran û yekîneyên cendirmeyan de rageşî û nîqaş derket û cendirmeyan bi av û xaza îsotan mudaxeleyî karkeran kirin. Di dema mudaxeleyê de hinek karker birîndar bûn. Karkerên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Piştî rageşîya ku derket re gelek yekîneyên hêzên çewîk û TOMA hatin sewqkirin înşaata balafirgehê.
Karker destnîşan dikin şert û mercên xebatê nebaş in
Karkerên ku çalakî li dar xistin destnîşan dikin, ew li bin baranê li benda serwîsê disekinin, li şantîyê derfetên xwarin û strînê gelekî pîs e û seatên mesaîyên wan a ku 8 seat e carinan ji ber ku nikarin biçin kar dibe du qet. Karker her wisa diyar dikin di warê standina maaşan de jî li rasta probleman tên ku ew ji bo ev zor û zehmetîyan wan bên çareserkirin grevê dane destpêkirin û ew dixwazin ku demildest ev problem bên çareserkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Îcrayê ya ÎGAyê Qadrî Samsunî ve daxuyanîyek hat dayîn. Samsunî di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir bo dawî li çalakîyê bê anîn ew bi karkeran re bên ba hev.
ÎLKHA