Weqfa Kerwana Umûdê ya ku bi alîkarîyên dike dengê xwe li derdora xwe da sehandin raporta xwe ya meha Remezanê bi raya giştî re parve kir. Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Weqfa Kerwana Umûdê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di meha Remezana borî de li nava welêt û derveyî welêt tev de ji 20 hezar û 477 malbatên feqîr û jar re alîkarî hat kirin ku bihaya vê alîkarîyê milyonek û 655 hezar û 866 lîreyan de ye.
Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê derbarê mijarê de diyar kir ew hewl didin ji kesên pêdivîdar û hewcedar re bibin alîkar û dema ku vê yekê dikin jî li di çarçoveya heq û edaletê de tevdigerin.
ÎLKHA