Kerwana Umudê li Yemenê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Li Yemenê rewşa heyî ya xirab û nebaş her ku diçe girantir dibe, Kerwana Umudê li Yemena ku lê şert û mercên jiyanê giran e, xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Ji teref Kerwana Umudê ve di bergeha xebatên alîkarîyê yên ku berî niha hatibûn destpêkirin de ji 780 malbat û 3 hezar û 660 kesan re di nirxa 15 hezar û 629 dolarî de alîkarî hat kirin.

Serokê Giştî yê Kerwana Umudê Cengîz Kurtaran  derbarê alîkarîyên ku li Yemenê tên kirin de daxuyanîyek da.

Kurtaran di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê xebatên xwe yên alîkarîyê li Yemenê bidin domandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji sala 2015an vir ve em xebatên xwe yên alîkarîyê li Yemenê didomînin. Me di meha Tîrmehê de li 5 mehên cûda yên Yemenê ji birayên xwe yên ku di kefa birçîbûn û êşê de ne re alîkarî kir. Înşallah ew ê alîkarîyên me li Yemenê berdewam bikin.”

Kurtaran di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê li Yemenê qurbanan serjê bikin û ji Yemenîyan re belav bikin

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê