Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ya ku bi xebatên alîkarîyê yên ku ji kesên feqîr û jar re dike navê xwe li derdorê daye hesandin xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne. Sazîya alîkarîyê di meha Remezanê de ji bi hezaran kesên feqîr û jar re alîkarîya mîna cil û bergan, erzaq û xureqê kir.
Ji teref Komeleya Kerwana Umûdê ve derbarê alîkarîya ku di meha Remezanê hatiye kirin de raportek hat amadekirin û raport bi raya giştî re hat parvekirin.
Daxuyanî ji teref Serokê Kerwana Umûdê yê Diyarbekirê Şahîn Elelçî ve hat dayîn. Elelçî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew wek Kerwama Umûdê ya Diyarbekirê ji meha Remezanê vir ve tev de ji 2 hezar û 312 malbatên feqîr û jar re alîkarîyên cur bi cur kirine ku bihaya wan alîkarîya tev de 225 hezar û 956 TL ye.
Elelçî di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir niha 10 hezar malbatên feqîr bo alîkarîyê qeyda xwe li ba wan kirine û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Derfetê me tuneye ku em ji hemûyan re alîkarîyê bikin. Ji ber vê yekê em ji birayên xwe yên xêrxwaz teleb dikin ku di vî warî de ji me re bibin alîkar.”
ÎLKHA