Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bi hezaran malbatî re alîkarî kir

Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê di sala 2018an de ji 6 hezar û 93 malbatên feqîr û jar re alîkarî kir.

Hat ragihandin Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê di sala 2018an de ji 6 hezar û 93 malbatên feqîr û jar re di nirxê milyonek û 151 hezar  TL alîkarî  kir.

Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ya ku bi xebat û fealîeyetên alîkarîyê li derdorê tê naskirin  raporta xwe ya fealîyetan a sala 2018an bi raya giştî re parve kir.

Raport ji teref Serokê Kerwana Umûdê Şahîn Elelçî ve bi raya giştî re hat parvekirin. Elçî di daxuyanîya xwe da çapemenîyê de destnîşan kir alîkarîyên wan dê bi saxîya xêrxwazan berdewam bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me di sala 2018an de ji 6 hezar û 93 malbatên feqîr û jar re di nirxê milyonek û 151 hezar  TL alîkarî  kir. Ew ê ev alîkarîyên me bi saxîya xêrxwazan berdewam bike. Ji ber vê yekê em li benda alîkarîya xêrxwazan in.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê