Kerwana Umudê ya Wanê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Ji ber erdheja di mezinahîya 5.9an a ku li Xoya Kurdistana Îranê pêk hat li gelek gundên ku girêdayê Elbaka Wanê hilweşîyan.

Ji ber mexdûrîyetên ku erdhej ji wan re bû sedem Kerwana Umudê ya Wanê li herêma erdhejê xebatên alîkarîyê da destpêkirin.

Temsîlkarê Kerwana Umudê yê Wanê Saîd Koç  derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref wan ve li herêma erdhejê tên kirin de daxuyanî da.

Koç di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew xebatên xwe ên alîkarîyê didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji roja ku erdhej pêk hatiye vir ve wek Kerwana Umudê li vê derê ne. Me li 6 gundên girêdayê Elbakê xisara ku pêk hatiye tespît kir. Ji ber erdhejê 9 welatîyên me canê xwe ji dest dan. Her wisa li gundan heywan jî telef bûn. Ji ber ku sar û seqem e însan zehmetî dikşînin. Em li vê derê alîkarîyên kolîyê, batanî û alîkarîyên din dikin.”

ÎLKHA
















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn