Kesê ku li balafirgehê heqaret li kesên bi tesettur kir hat binçavkirin

Bulent Kokogluyê ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê heqaret li kesên bi tesettur kir hat binçavkirin.

Hat ragihandin Bulent Kokogluyê ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê heqaret li kesên bi tesettur kir hat binçavkirin.

Bulent Kokogluyê ku ji Îzmîrê hat Stenbolê di vîdyoya ku li balafirgehê kişand de ji pîrekên bi tesettur re heqaretan kir û got “Kesên bi tesettur ên pîs, nînja, kezikên reş.”

Kokogluyê ku vîdyoya kişand dibêje ew ji Îzmîrê hatiye û di dema qeydkirina vîdyoyê de pîrekeke bi tesettur di pey re derbas dibe û kê re jî heqaretan dike.

Hovê bi navê Bulent di vîdyoya ku li balafirgehê qeyd kir de ji kesên bi hîcab re dibêje “bêterbîye û bêexlaq” û dijmintîya xwe ya li hember kesên mutedeyyîn verişîya. Ji hov û bêedebê ku ji kesên bi hîcab re dijmintî kir û ji wan re got “li her derê kesên pîs ên nixûmandî û bi hîcab hene, kezikên reş û nînja” re li ser medyaya civakî bertekên tund hatin nîşandan.

Ji ber heqaretên ku hatin kirin Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê derbarê Kokoglu de lêpirsîn da destpêkirin û derbarê wî de qerara binçavîyê da.

Kokogluyê ku derbarê wî de qerara binçavîyê hat dayîn  hat girtin û li emnîyetê ket jêpirsînê. Kokoglu dê ji sûcê “tahrîkkirina xelkê ji bo dijmintîyê” derkeve hemberî hakim.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin