Kesê ku zêrfiroş şeland û 2 kesan kuşt polês derket

Kesê ku li Akdenîza Mêrsînê dikana zêrfiroş şeland û 2 kesan kuşt polês derket.

Şeva sêşemê li Akdenîza navçeya Mêrsînê li Kolana Nexweşxanê  zêrfiroşek hat şelandin. Xwedîyê dikanê Mustafa Serpîn û xebatkarê wî Yasîn Tazegul ji teref diz ve hatin kuştin. Êrîşkarê ku 2 kesan kuşt rahişt zêran û revîya.

Piştî bûyerê ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Mêrsînê ve ekîbeke taybet hat sazkirin. Di encama xebata ku hat kirin de hat tespîtkirin ku zêrfiroş ji teref V.Ç.yê ku polês e ve hatiye şelandin.

Polêsê bi navê V.Ç. û dîya wî bi operasyona ku hat tertîpkirin hatin binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir