Kesên ku li Hocaliyê hatin qetilkirin hatin bîranîn

613 kesên ku di 26ê Sibata sala 1992an de li Hocaliya bajêra Herêma Karabaxa Azarbeycanê ji teref Ermenistanê ve hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Dema ki dîrok 26ê Sibata sala 1992an nîşan dide çeteyên yekîneyên Komareya Ermenistanê  li ser bajêra Hocaliya Herêma Karabaxa Jorîn a ku girêdayê Azarbeycanê ye de girtin û 106 jê pîrek, 63 zarok, 70 extiyar tev de 613 welatîyên Azarbeycanê bi şikleke wehşîyane û hovane qetil kirin û 150 kesan jî êsîr girtin ku ji wê dîrokê vir ve hêj aqûbeta wan kesên êsîr nayê zanîn.

Piştî êrîşa hovane ya ku li hember siwîlan hat kirin re ji sedî 20ê axên Azarbeycanê ji teref Ermenistanê ve hat îşxalkirin û zêdetirî milyonek welatîyên Azarbeycanê ji war û wargehên xwe bûn û bûn koçber.

Şênîyên ku li Hocaliyê dijîyan li ser nufusa Azerbeycanê qeydkirî bûn û ji Mislimanên Azakê bûn. Qetlîam bi niyeta valakirina Herêma Karabaxê bû.

Piştî ku 27 sal ji ser qetlîama wehşîyane û hovane derbas bû re hinek welatên mîna Endonezya, Komareya Çek, Meksîka, Kolombîya û Pakîstan qetlîama ku hat kirin wek jenosîd û qirkirinê qebûl kirin; lê belê digel vê yekê civala navneteweyî ji vê yekê bêdeng ma.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê