Kevirên dîrokî yên li Sûrê tên firotin

Li Sûra ku ji ber siyaseta çalan a PKKê bû xirabe û kavil kevirên dîrokî yên ku nîşaneyên nasnameya mîmara navçê ne tên firotin.

Tê diyarkirin li Sûra ku ji ber siyaseta çalan a PKKê di pevçûnên ku derket de bû xirabe û kavil kevirên dîrokî yên ku nîşaneyên nasnameya mîmara navçê ne tên firotin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kevirên dîrokî yên qonaxên dîrokî yên ku li Taxa Alî Paşa di bergeha veguherîna bajarvanîyê de hatin xerakirin bi qamyonên kar hatin birin nav erdekî li Taxa Çarikliyê.

Hat hînbûn zêdetirî 30 qamyon kevirên dîrokî yên ku ji avahîyên Sûra Diyarbekirê hatin barkirin bi 80 hezar TLyan hatine firotin. Tê diyarkirin kesê ku van keviran kirîye ew ê ji xwe bi keviran malekê ava bike.

Tê diyarkirin kevirên mîna van ên dîrokî hatine firotin gelek kesên mîna dikandar an jî welatîyên din jî.

Ji ber agahîyên ku hatine wergirtin nûçegihanê ÎLKHAyê çû heremeke ku kevirên dîrokî yên Sûrê lê hatine valakirin. Di dîmenên ku ji teref nûçegihan ve hatine girtin de tê dîtin ku di nav kevirên dîrokî yên ku hatine barkirin de kevirên bi tezyîn û neqşandî û yên cihokên avê û stûn hene.

Ji ber ku kevirên dîrokî yên ku nesla berî niha temsîl dikin tên firotin ev yek dibe sedema bertekan. Her wisa raya giştî ji ber bûyera ku rû daye ji kesên rayedar daxwaz kirin ku li wan kevirên ku şopa medenîyetê li ser in xwedî bê derketin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû