KHKa OHALê ya dawî hat belavkirin

Di çarçoveya Rewşa Derasayî de biryarnameya di hikmê qanûnê de ya 701ê di Rojnama Fermî de hat weşandin.

Di çarçoveya Rewşa Derasayî ya (OHAL)ê de Biryarnameya di Hikmê Qanûna 701ê di Rojnama Fermî ya ya îro de hat weşandin. 

Hat îfadekirin ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) ya 701ê de 18 hezar û 632 kes ji wezîfê hatin îxrackirin, 12 komel, 3 rojname û televîzyonek jî hat girtin.

Hin kesên ji sazîyan hatine îxrackirin wihane; ji Wezareta Edaletê hezar û 52, ji Wezareta Karûbarên Derve 38, ji Fermandarîya Ewlehîya Sahîlê 192, ji Fermandarîya Hêzên Bejayî 3 hezar û 77, ji Fermandarîya Hêzên Deryayî hezar û 126, ji Fermandarîya Giştî ya Cendermeyan 632 û 199 akademîsyen ji wezîfê hatin îxrackirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn