Tirkiye mîqdara petrola ji herêma Kurdistanê dikire, derdixe 200 tankerî. Wezîrê enerjiyê Taner Yildiz, li Goynukê di merasîma avakirina esasê santrala termîkê de, da zanîn ku petrola rojê ji herêma Kurdistanê tê kirîn, wê mîqdara wê derxin 200 tankerî. Berî niha bi qasî 5-10 tankerî dest pê kiribû. Di bedêla vê petrolê de, hêla İraqê jî ji Tirkiye mamulên petrolê digre.
Her wiha Taner Yildiz diyar kir ku digel ewqas serifandina elektrîkê jî, wê dana elektrîkê ne be pirsgirêk. Yildiz wiha got “Niha çariyeka elektrîka em dihilberînin, ji santralên termîkê tê peyda kirin. Amanca ew e ku ji sedî sîhî em peyda bikin. Ev santral jî ji bo vê amancê tê avakirin.”
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)