Kodên qetlîamên Sûsa û Başbaglar wek hev in

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di bernameya bîranînê ya şehîdên Başbaglarê de axivî destnîşan kir “Kodên qetlîamên Sûsa û Başbaglar wek hev in” ku divê ew kesên di pey qetlîamê de ne bên derxistin holê.

Li Stenbolê 33 kesên ku di sala 1993an de li Başbaglara Kemalîyeya Erzîncanê ji teref PKKê ve hatin qetilkirin bi beşdarbûna xelkê û partîyên siyasî digel bernameya ku hat tertîpkirin hatin yadkirin.

“Çima  lêkolîna  balîstîk a 585 fîşekên keleşkofê nehatin kirin?”

Serokê  Komeleya Başbaglar Mehmet Alî Dîkkayayê ku di bernamê de axivî destnîşan kir kesên ku qetlîamê kirin bi şikleke hêsan gund terk kirin û re wiha li axavtina xwe zêde kir:“Ka ew parêzvanên mafên mirovan, heywanan û xwezahezkir, derdorvan, dîroknas, lêkolînvan, şair, nivîskar? Ka ew kesên ku însanetîyê micadele didan?Ka ew kesên ku ji xwe re dibêjin em rewşenbîr in? Ev bû 25 sal ku em van pirsan dikin û em dîsa dipirsin.  Îstîxbarata kî di kîjan malê de rûdine ji kû hat standin? Ew kesên ku rihên wan kûsandî û cil û bergên wan li hev bûn û di nav terorîstan de bûn kî bûn? Digel ku çendîn caran li serfermandarê qereqola Başbaglarê bi telefonê hatibe gerîn jî çima bersiv neda?Hêzên ewlehîyê û dozgerî çima piştî ku 14 seat ji ser bûyerê derbas bû re hatin? Çima ji êgir re mudaxele nehat kirin? Çima  lêkolîna  balîstîk a 585 fîşekên keleşkofê nehatin kirin? Çima otopsîya cenazeyan nehat kirin? Bi kepçeyan cenazeya 5 kesên ku di mal de şewitîbûn hat lêgerîn, gelo ev yek û hilweşandina malan bo windakirina delîlan bû?

“Pêwîst e kesên qatil bên derxistin holê”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di bernameya bîranînê ya şehîdên Başbaglarê de axivî destnîşan kir ew jî pirsên Serokê Komaleya Başbaglarê dubare dike û diyar kir ku ew dixwaze balan bikşîne li ser mijareke din û wiha axivî: “ Kodên Qetlîama Sûsa û Başbaglarê û yên bûyerên Sîwasê wek hev in. Ew kesên ku qetlîamê kirine, dane kirin û fermana wê dane divê muheqqeq bên derxistin holê.”

Hasana Turanê ji parlementerên AK Partî yên Stenbolê jî di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de diyar kir “Di TBMMê de ew ê karê min ewil Başbaglar be.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû