Komcivîna Hişyarîya Îslamî cinayetên siyonîstan şermezar kir

Komcivîna Hişyarîya Îslamî ya Dinyayê bi danezane ku belav kir wan êrîşên rejîma terorê yên ku li Xazzê hatin kirin şermezar kir.

Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker ji teref Komcivîna Hişyarîya Îslamî ya Dinyayê ve bi danezana ku hat belavkirin hatin şermezarkirin.

Di danezana ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew cinayetên ku hatin kirin bi piştgirîya bêsînor tên kirin û ew welatên Ereban di nav zilletê de bêdengîya xwe didomînin. Di berdewama danezanê de hat diyarkirin “Ew kesên ku destekê didin siyonîstan û ew kesên ku li hember van qetlîama bêdeng dimînin hevkar û mesûlên van qetlîaman in.”

Di berdewama danezana ku hat belavkirin hat diyarkirin ew berxwedana Îslamî ya xelkê Filistînê ya li dijî siyonîstên terorîst  şayanê taqdîrê ye û dû re wiha li hat diyarkirin: “Ji hêla leşkerî, siyasî û aborî ve ji siyonîstan re piştgirîdayîn bi xwe jî dê siyonîstan xelas neke.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê