Komela Îslamî Serokê Giştî yê HUDA PARê ziyaret kir

Lijneyek ji Partîya Komela Îslamî ya Kurdistanê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ziyaret kir.

Hat ragihandin lijneyek ji Partîya Komela Îslamî ya Kurdistanê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ziyaret kir.

Lijneya Partîya Komela Îslamî ya Kurdistanê doh beşdarî bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bû. Lijne îro jî  Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ziyaret kir.

Lijneya ku Mamoste Falah Mustafa Rekanî jê re serokatî dikir  li Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê hat qebûlkirin. Di ziyareta ku hat kirin de Rekanî derbarê xebatên xwe yên li Kurdistana Iraqê de agahî da.

Saglam ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîya xwe anî zimên û di xebatan de serkeftin ji bo wan daxwaz kir.

Rekanî jî ji ber ku ew hatine ezimandin ji Saglam re teşekur kir û jê re serkeftin xwest.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e