“Konferansa Serokên Parlementoyan a 2yemîn” dest pê kir

“Konferansa Serokên Parlementoyan a 2yemîn”, bi beşdarbûna serokê meclîsên 6 welatan li Tahranê dest pê kir.

Bi beşdarbûna Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokê TBMMê yê Tirkîyê Bînalî Yildirim, “Konferansa Serokên Parlementoyên Tirkîye, Îran, Pakistan, Efxanistan, Rûsya û Çînê ya 2yemîn”, li Tahranê dest pê kir.

Di destpêka konferansa bi navê “Pêşvebirina Hevkarîya Herêmî û Micadeleya Li Dijî Terorê” de Serokomarê Îranê Rûhanî û Serokê Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranç Elî Larîcanî axavtinek kirin.

Di konferansa ku tê kirin de di navbera 6 welatan de mijarên mîna berdewamkirina aştîya herêmî, tesîskirina îstîqrarê û mijarên hwd. hatin gotûbêjkirin.

Ew ê serokatîya civînê îsal dewrî Serokê Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranç Elî Larîcanî bê kirin ku îsal ji civînê re Pakistan serokatî dikir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir