Kurd xwedî maf in ku bi zimanê xwe perwerdehîyê bibînin

HUDA PAR di peyama ku weşand de destnîşan kir “Kurd xwedî maf in ku bi zimanê xwe perwerdehîyê bibînin”

Ji teref HUDA PARê ve  ji ber minasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî peyamek hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin “Zimanê zikmakî yê însanan wek şîrê diya wan e. Çawa ku şîrê dayikê ji zarokan re nikare bê qedexekirin bi heman awayî tu ziman ne qismî û ne jî bi temametî nikare bê qedexekirin.”

Ji teref  Navendî Giştî ya HUDA PARê ve ji ber minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî peyamek hat weşandin.

Di peyama ku bi ayeta “Afirandina erd û asîmanan û cûdabûna ziman û rengên we ji ayetên Wî ne. Bêşibhe di vê de ji bo wan kesên ku zanibin heqîqeten ayet hene.” dest pê kir de di bîran hat xistin di sala 1999an de bi qerara ku UNESCOyê standiye 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” hatiye qebûlkirin.

“Hemû kes xwedî maf e ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehîyê bibîne”

Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin Xweda çawa ku nîjad, qewm û zimanan ji hev cûda afirandîye ku ev cûrbecûrî ji ayetên Wî ne û dû re wiha gotin: “ Di vê çarçovê de zimanê dayikê ya însanan wek şîrê dêya wan e. Çawa ku şîrê dayikê ji zarokan re nikare bê qedexekirin bi heman awayî tu ziman ne qismî û ne jî bi temametî nikare bê qedexekirin. Qedexeyeke ku di vî warî de bê kirin him sebebê “Ji îradeya îlahî re meydan xwendinê” ye û him jî dibe sebebê bêaramî û pevçûnê. Bi vê wesîlê weke ku me bernameya partîya xwe de diyar kiriye di serî de xelkê Kurd bi gelemperî hemû kes mafdar in ku bi zimanê xwe ya dayikê perwerdehîyê bibînin û divê ev yek bêşert û merc demildest ji xwedîyên wan re bê dayîn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê