Lêpirsîna qetlîama ku li Filistînê pêk hat ji teref Amerîka ve hat astengkirin

Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku şehîdkirin 58 Filistînîyan bê lêkolînkirin, lê ev yek ji teref Amerîka ve hat astengkirin.

Di xwepêşanên ku doh li Filisîtînê hatin kirin de çeteya terorê siyonîstên îşxalker bi çekan êrîşî xwepêşandaran kirin, di encama êrîşan de 58 Filistînî şehîd bûn û 2 hezar û 500 Filistînî jî birîndar bûn. Ji ber vê qetlîama ku ji teref siyonîstan ve hat kirin Kuweyt teleb kir ku lêpirsîneke “xweser û rasteqîn” bê kirin. Hat hînbûn Amerîka vê daxwaza lêpirsîna derbarê qetlîamê de asteng kiriye.

Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber daxwaza Kuweytê dê îro kom bibe.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn