Li 10 welatan 51 hezar Qur’ana Kerîm hat belavkirin

Weqfa Alîkarîya Însanî ya ÎHHyêdi sala 2018an deli 10 welatan bi 4 zimanan tevde 51 hezar Qur’ana Kerîm belav kir.

Ji teref ÎHHyê ku Weqfa Alîkarîya Însanî ye ve li 10 welatên ku Nîjer, Macar û Kirim jî di nav de ye 51 hezar Qur’ana Kerîm a ku bi 4 zimanan hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

Nexasim li welatên Afrîkayê ji ber bêderfetîyan Misliman Qur’an Kerîm wek mushaf nikarin peyda bikin û hînî Qur’ana Kerîm bibin. Ji ber vê yekê ji bo zarok û dê û bavên wan hînî Qur’ana Kerîm bibin ayetên Qur’anê li ser taxtayên ku ji wan re Luh tê gotin dinivîsînin û hewl didin Qur’ana Kerîm bibin.

ÎHH ji bo vê pêdivîya Qur’ana Kerîm a Mislimanan bê tedarikkirin xebat da destpêkirin. Bi alîkarîya xêrxwazan ÎHH li 10 welatên bi navê Faso, Çad, Gana, Gine, Nijer, Sudan, Sierra Leone, Pakistan, Macaristan û Kırımê tevde 51 hezar Qur’ana Kerîm ên bi Erebî û yên ku bi 4 zimanan hatibûn amadekirin belav kir.

Yusuf Îslamê Demîrcîyê Koordînatorê Masaya Îrşad-Teblîxê yê ÎHHyê derbarê mijarê de diyar kir li camîyên welatên ku Qur’ana Kerîm lê hat belavkirin gelek kêm Qur’an hebûn û ew bi xebata xwe hewl didin Qur’anê bidin hezkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir