Li 17 gund û gundikên Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin

Li 17 gund û gundikên ku girêdayê Licê û Pasûra Diyarbekirê ne ji ber operasyona ku dê bê tertîpkirin derketina derve hat qedexekirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin li 17 gund û gundikên ku girêdayê Licê û Pasûra Diyarbekirê ne ji ber operasyona ku dê bê tertîpkirin derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de navê gund û gundikên ku lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin wisa hatin birêzkirin: “ Gundên bi navê Çirali, Kiyikoy, Dallica, Kutlu, Oyuklu û Turelîya girêdayê Licê û gundên bi navê Karaagaç, Kamişli, Çukurca, Demîrlî, Bayirkoy, Bagcilar, Akbulak, Duzce, Temren, Uygur û Taşkopruya girêdayê Pasûrê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn