Li 73 gund û gundikên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat îlankirin

Li 19 gund û 54 gundikên girêdayê Licêya Diyarbekirê heta daxuyanîyeke din derketina derve hat qedexekirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji ber operasyona ku dê li dijî PKKê û hevkarên wan bê kirin li 19 gund û 54 gundikên girêdayê Licêya Diyarbekirê heta daxuyanîyeke din derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de navên gund û gundikên ku lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin wisa hat diyarkirin:

Gundên bi navê Yalimli, Mahmutlu, Akçabudak, Ulucak, Ortulu, Saydamli, Kiliçli, Yorulmaz, Guldîken, Bayirli, Baharlar, Uçdamlar, Ergînkoy, Yamaçli, Yaprakkoy, Kiralan, Dernek, Gurbeylî, Yunluce û gundikên bi navê Keşkuvarî,  Leyhosor, Tahtakulek, Ballica, Mahmudan, Hevsel, Yenîyazi, Hîj, Gozelî, Dergan, Aliçliyayla, Buban, Vîlu, Arpacik, Karadere, Sîvrîtepe, Kîlîmlî, Kaynaktaşi, Dokuzkat, Alîyan, Abdurrahmanaga, Gelberî, Eskîkoy, Hegogozer, Semezî, Bîlgîn, Koçmarîn, Yaka, Karaç, Kumimîrza, Mehmedîl, Saglik, Kortan, Korha, Sîlkîto, Hamzabey, Kayadîbî, Baverda, Aşagihodîk, Konuklu, Yeşîlburç, Sumakli, Ziraht, Acimeşe, Muradîye, Mengusî, Puneyn, Çalibuku, Kîjîkbadem, Kumluca, Perpank, Sikas, Gucîk û Yildiz.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn