Li 90 hezar mizgeftî di heman wextê de sela hat xwendin

Di salvegera 2yemîn a teşebusa darbeya 15ê Tîrmehê de li 90 hezar mizgeftî di heman wextê de sela hat xwendin.

Di salvegera 2yemîn ya teşebusa darbeya 15ê Tîrmehê ya bi piştgirîya Amerîka hat rastkirin de li giştîyê Tirkîye di heman wextê de sela hat xwendin. 

Di şeva 15ê Tîrmehê de ji teref rêxistina FETO ve bi piştgirîya Amerîka hatibû xwestin ku li Tirkîyê darbe bê çêkirin. Lê belê wê şevê bi azan û selayan gel bi ruhê yekîtî û biratîyê li hember teşebûsa darbeyê sekinî û darbe têkve bir. Serokatîya Karûbarên Diyanetê îsal ji bo temamê mizgeftên Tirkîyê xwest ku di saet 00.13 an de li 90 hezar mizgeftî sela bê xwendin.

Xwendina selayan ji temamê bajar, navçe, gund û gundukan dema di heman wextê de hat xwendin hewayek manewî derxist pêş û bi vî awayî tiştên di darbeya 15ê Tîrmahê de hat jiyandin careke din hat bibîranîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir