Li Agirî pevçûna çekdarî: Mirîyek 3 birîndar

Li Patnosa Agirî pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûna ku derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Patnosa Agirî di navbera du malbatên ku di naveyna wan de hisûmet hebû de pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûna ku derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Pevçûn li ser Kolana Malazgîrta Taxa Înonuyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du malbatên ku berî vê 20 rojan di navbera wan de hisûmet derketibû ketin minaqeşê û minaqeşe bû pevçûn. Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûnê de kesê bi navê K.N. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 3 kesên bi navê M.Ç., M.A. û M.M.S. jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e