Li bakurê Kurdistanê ji berfê rêya 1081 gundan hat girtin

Ji ber berfa ku ev çend roj in dibare li parêzgehên bakurê Kurdistanê rêya 1081 gundên ku girêdayê parêzgehan in hatin girtin.

Tê diyarkirin ji berfê, li Semsûrê rêya 23 gundan, li Bîngolê rêya 198 gundan, li Agirîyê rêya 273 gundan, li Xarpêtê rêya 88 gunda, li Erzîncanê rêya 184 gundan û li Erzeromê jî rêya 315 gundan hat girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin berf tesîra xwe hêj li herêmê didomîne û ji bo rêyên ku ji ber berfê hatin girtin bên vekirin xebat bê navber tên domandin.

Li herêmê bilindbûna berfê li hinek cihan derket li ser metroyekê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hezkirina Pêxember tu astengî nasnekir
Amed de amadeyîyê aktîvîteya Mewlidê Nebîyî dest pêkerdî
Li gundê Çinarê piştî barîna zîpikê her der spî bû
317 rêyên gundan hatin girtin
Piştî barîna berfê li Şirnexê, bajar spî bûye