Li Basrayê Konsulxaneya Îranê hat şewitandin

Xwepêşandarên ku li Basrayê ji roja duşemê ve xwe berdana kolanan û xwepêşanan li dar dixin Konsulxaneya Îranê ya li Basrayê şewitandin.

Li Basraya Iraqê ji meha Tîrmehê vir ve ji ber bêkarî, tunebûna xizmeta kamûyê û ji ber tunebûna ceyranê xwepêşan tên lidarxistin. Di van heftîyên dawî de xwepêşanên ku dest pê kiribûn mezintir bûn û di xwepêşanan de herî kêm 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Doh xwepêşandaran di ser Konsolxaneya Îranê ya li Basrayê de girtin û konsulxanê şewitandin.

Îran sînora xwe ya bi Iraqê girt

Hikûmeta Îranê bûyera ku li Basrayê rû da bi şikleke herî tund şermezar kir. Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî destnîşan kir “Em dixwazin ku kesên êrîşkar demildest bên girtin û bên cezakirin. Di êrîşê de tiştek bi kesên dîplomat û xebatkar nehat. Êrîş bo xerakirina pêwendîyên her du welatan hatin kirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir