Li Bexdayê dîqqeta polêsan rê li ber facîakê girt

Li Bexdayê paytextê Iraqê polêsan wesaîtek bombe barkirî ferq kir. Piştî ajovan ji teref polêsan ve hat ferqkirin ji mecbûrî wesaît zû teqand. Di encama teqînê de 8 kesî jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdaya paytextê Iraqê di encama teqîneke xwe kujîyê de 8 kesî jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdaya paytextê Iraqê her tim êrîşên xwe kujîyên yên bi wesaîtan tê rastkirin lê belê vê carê dîdqqeta pêlêsan rê li ber facîayekê mezin girt.

Li gor daxuyanîya ji teref Navenda Ewlehîyê ya Baxdayê hat kirin hat îfade kirin ku li bakûrê taxa Şûle ya li nêzîkî parqa Saqlawîyaha Bexdayê polêsan ferq kir ku êrîşvanekî xwe kujîyê dixwaz e tê keve nava parqê. Li ser vê yekê derdora êrîşker ji teref polêsan ve hat dorpêçkirin.

Êrîşkerê ku fêm kir wê bê girtin bombeya li ser xwe teqand. Di teqîna qewimî de li gor daxuyanîyên ewil 8 kesî jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Bi sedem teqînê hin wesaîtên li derdorê jî xisar dît in.   

Heta niha êrîşker û êrîş ji teref kê ve hatîye rastkirin hê jî nehatîye eşkerekirin.

ÎLKHA




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir