Li Bidlîsê lat û zinar di ser wesayîtan de gindirîn

Li navendê Bidlîsê lat û zinar di ser wesayîtan de gindirîn, di encama bûyera ku pêk hat de çend wesayît bûne xurde.

Hat ragihandin li navendê Bidlîsê lat û zinarên ku giranîya wan çend ton bûn, di ser wesayîtan de gindirîn, di encama bûyera ku pêk hat de 4 wesayît bûne xurde. Ji ber ku di wesayîtan de tu kes tunebû tiştek bi tû kesî nehat.

Piştî ku bûyer rû da re ekîbên îtfaîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîb ji bo parçeyên latan paqij bikin xebat dan destpêkirin.

Berî niha jî li heman cihê ku bûyer pêk hat dema ku pîrekek digel zarokê xwe birêve diçû parçayeke latê li serê wê ketibû û giran birîndar bûbû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê