Li Bîngolê 3 metro berf barîya

Li Bîngola ku lê ev çend roj in bênavber berf dibare stûrayîha berfê derket 3 metroyan, ji bo rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebat berdewam dikin.

Hat ragihandin li Bîngola ku lê ev çend roj in bênavber berf dibare stûrayîha berfê derket 3 metroyan, ji bo rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebat berdewam dikin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfê rêya 281 gundan hatibû girtin ku di encama xebatên ku hatin kirin de rêya 269 gundan hat vekirin û ji bo rêyên 12 gundên din jî bên vekirin jî xebat berdewam dikin.

Midûrê Şaxa Xizmetên Ragihandin û Rê yê Sekreterîya Giştî yî Îdareya Taybet a Bajêr Erhan Kayaokay derbarê mijarê de diyar kir ji ber berfa ku gelek zêde barîya rêya 281 gundan hatibû girtin ku di encama xebatên ku hêj berdewam dikin rêya 269 gundan hat vekirin û ji bo rêyên 12 gundên din jî bên vekirin jî xebat berdewam dikin.”

Muxtarê gundê Oguldereya Sancakê  Heser Bakir derbarê rewşa heyî de destnîşan kir di rewşên  lezgîn de divê  rêyên me zû bên vekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber berfa ku dibare kesên ku heywanan xwedî dikin zehmetîyê dikşînin. Li hinek deran nêzî 3-43 metroyan berf dibare.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin