Li Bodrumê lehî rabû

Li Bodruma navçeya Muglayê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû, ji ber lehîyê gelek kolan û kuçe di bin avê de man.

Hat ragihandin li Bodruma navçeya Muglayê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû, ji ber lehîyê gelek kolan û kuçe di bin avê de man û av da nava gelek mal û dikanan.

Ji ber barana ku barîya gelek wesayîtên parkkirî li ber avê re çûn.

Qeymeqamê Bodrumê Bekîr Yilmaz derbarê lehîya ku rabû de daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Qeymeqam Yilmaz di daxuyanîya nivîskî ya ku belav kir de derbarê mijarê de diyar kir ji ber barana zêde ya ku di navbera seatên 14.40-17.00an de barîya lehî rabû û ji ber lehîya ku rabû dikan, mal, kolan û kûçe di bin avê de man.

Di berdewama daxuyanîyê de Qeymeqam Yilmaz diyar kir divê welatî guh bidin hişyarîyên meteorolojîyê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû