Li gor xeberan hat diyar kirin ku do li herêma Vedenoya Çeçenîstanê, du teqîn qewimîn. Di teqînan de, 3 eskerên Rûs hatin kuştin, 8 heb jî birîndar bûn.
Hat gotin ku konvoya eskeriya Rûs, gava di rê de diçe, teqîna ewil pêk tê. Tiştek bi kesî nayê. Bi teqînê konvoy disekine. Gava hinek yekîneyên eskeriyê yên din, tên deverê hadîseyê, teqîna diduyan diqewime. 3 esker tên kuştin, 8 heb jî brîndar dibin. Boriya xetta ğaza tabiî jî zirar dibîne. Neqla ğazê disekine. Li ser hadîseyê, eskeriya Rûsya, dest bi operasyonê kir.
Li aliyê din îro, li gundekî Dağistanê, ji teref kesên nenas ve, êrîş li camiyekê ve hat kirin. Melayê camiyê û ji cemaeta camiyê kesek hatin kuştin. Êrîşker agir bera camiyê dan, wesaîteka li ber camiyê jî revandin. Êrîş li gundê Karamahî pêk hat. Gundiyan bi îmkanê xwe, şewata camiyê vemirand. Tê gotin ku li Dağistanê, li xelkê te’de û şîddet zêde buye.
Bangaheq
Li Çeçenya Şer û Kuştin
3 Eskerê Rûs Hatin Kuştin, Li Dağistanê Jî Melayek Hat Kuştin, Camî Hat Şewitandin.
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin