Li Çewlig û Xarpêtê rêya 364 gundan hêj girtîye

Ji ber berfa ku barîya li Çewlig û Xarpêtê hêj rêya 364 gundan girtiye, ji bo rêya gundan bê vekirin xebat berdewam dikin.

Hat ragihandin ji ber berfa ku çend rojan li ser hev gelekî zêde barîya li Çewligê rêya 182 û li Xarpêtê jî rêya 182 gundan hat girtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Çewligê ve hat belavkirin derbarê mijarê de hat destnîşankirin li Çewligê ji ber berfa ku barîya bû rêya 281 gundan hatibû girtin ku di encama xebatên ku hatin kirin de rêya 99 gundan hat vekirin û ji bo rêya 182 gundên din jî bê vekirin xebat berdewam dikin.

Li Xarpêtê jî rêya 182 gundan girtîye

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di encama berfa ku barîya de li Xarpêtê jî rêya 269 gundan hatibû girtin ku di encama xebata ku hat kirin de rêya 87 gundan hat vekirin û ji bo rêya 182 gundên din jî bê vekirin xebat berdewam dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê