Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 2 milyon û 65 hezaran

​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 2 milyon û 65 hezar û 815 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 65 hezar û 815 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  96  milyon  û  633  hezar û 469 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 411 hezar kesan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo bakur hişyarîya şilîyê hat dayîn
Li Rihayê qamyonet û wesayît li hev qelibîn: 16 birîndar
Otobûsa rêwîyan qelibî: 2 mirî, 34 birîndar
Şêx Qeredaxî: Hesen Saklanan şehîdîyê xwest û bidest xist
HAMASê derheqê Refahê de daxuyanî da