Li Denîzlîyê piştî erdheja ku pêk hat re 172 erdhejên din jî pêk hatin

Li Denîzlîyê di mezinahîya 5.5an de erdhejek pêk hatibû ku hat diyarkirin piştî vê erdhejê li ser hevdû 172 erdhejên biçûk pêk hatin.

Hat ragihandin li Acipayama Denîzlîyê di mezinahîya 5.5an de erdhejek pêk hatibû ku tê diyarkirin piştî vê erdhejê li ser hevdû 172 erdhejên biçûk pêk hatin.

Ji ber erdhehên ku pêk hatin ji camîyan anons hat kirin da ku gundî nekevin xanîyên xwe û ceyranê bi kar neyênin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Denîzlîyê Hesen Karahan ve daxuyanîyek hat dayîn. Karahan di daxuyanîya xwe ya ku da destnîşan kir; li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber erdhejê tiştek bi tu kesî nehatiye û xebatên yekîneyên AFADê berdewam dikin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber erdhejê 30 mal xera bûne û 22 kes bi şikleke sivik birîndar bûne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin