Li Denizlîyê qeza otobusê: 2 mirî 32 birîndar

Li Denîzlîyê otobuseke rêwîyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Denîzlîyê otobusa ku ji kontrolê derket gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

Qeza di wextên şeveqê de li Çardaka navçeya Denîzlîyê pêk hat.

Li gorî îddîayan ji ber ku şofêr di xew ve çû otobusa bi plaqeya 42 HA 856  ji kontrolê derket û gundirî şarampolê.

Piştî ku bi qezayê hat hesîn re ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û di qezayê de şofê Osman Ozden û kesekî ku navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan.

Tê fikarkirin ku hejmara mirîyan zêde bibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin