Li herêmên Diyarbekirê ku hilberîna firingiyên hişkdanînê lê zêde bûye, karkerên çandiniyê tevî germahiya şewatê tekoşîna nanê xwe didin. Karkerên ku ji navçeya Pirsûkê ya Riha hatine, di mesaiya hişkikirina firingiyan de ku nêzî 25 roj in berdewam dikin, beşek mezin a rojê di bin tavê de derbas dikin. Karker diyar dikin ku germahî bi bandora çewalan zêdetir dibe û îfade dikin ku mercên xebatê gelekî giran in.
Firingiyên ku ji zeviyê tên hilçîn, piştî ku ji zeviyê hatin civandin li kase û remorkan tên barkirin û anîn qadên hişkirinê. Li vir firingiyên ku ji aliyê karkeran ve li ser sergiyan tên rijandin, di demjimêrên zû yên beyaniyê de tên birîn, piştre tên xwêkirin û nêzî hefteyekê di bin tavê de ji bo hişkbûnê tên hiştin.
Piştî pêvajoya hişkirinê, firingî ji nû ve tên civandin, tên malştin û di çewalan de tên dagirtin. Di qonaxa dawî de jî firingiyên hişkkirî ji riziyok, toz û madeyên din ên biyanî tên paqijkirin û li wesayîtan tên barkirin. Berhemên hatine amadekirin piştre bi tirran ji Îzmîrê re tên şandin û ji vir jî ji bo welatên Ewropayê tên hinardekirin.
"Mercên jiyanê jî gelekî giran in"
Ferhat Ay
Ferhat Ay ê ku diyar kir nêzî 8-10 sal in di sektora hişkkirina firingiyan de xebatan dimeşînin, got ku karê hişkkirina firingiyan her sal di nîveka meha tîrmehê de dest pê dike û heta dawiya meha tebaxê berdewam dike.
Ay wiha got: "Em ji navçeya Pirsûkê ya Rihayê hatine vir. Li vir em firingiyan dibirin, karê hişkkirinê dikin. Di demên diyar ên salê de, di navbera 15-20ê meha 7an de em dest pê dikin. Heta dawiya meha tebaxê berdewam dike. Kar gelekî giran e. Di taritiya şevê de em tên, heta êvarê demjimêr 19-20.00an em dixebitin. Em berdewam di bin tavê de ne. Dema ku ev germahiya şewatê li çewal dixe, germeke zêde çêdibe. Yani heke germahiya hewayê 40 pile be, ev derdikeve heta 55-60î. Pêvajoyeke gelekî bi zehmet e."
Ay ê ku îfade kir ji bo ku bi malbatî bixebitin hatine Diyarbekirê, diyar kir ku nêzî 8-9 malbat li heman herêmê ne û wiha axivî: "Li vir jiyan jî gelekî zehmet e. Pêşwazîkirina hewcedariyên xwarin, vexwarin, serşok û avdestxaneyê ne hêsan e. Lê em mecbûr in. Ji ber ku li memleketê me derfeta xebatê tune ye, em tên vir û dixebitin."
Ay ê ku diyar kir firingiyên hişkdanînê di gelek qonaxan re derbas dibin, got ku berhem berê di zeviyê de tên civandin, li kaseyan û piştre li remorkan tên barkirin.
"Ji Îzmîrê jî ji bo derve hatin hinardekirin"
Ay ê ku diyar kir firingiyên ku bi remorkan anîne qada hişkirinê li ser sergiyan tên rijandin, wiha axivî: "Ev pêvajo di gelek astan re derbas dibe. Firingî di destpêkê de di zeviyê de tên civandin, bo kaseyan tên guhestin, piştre li remorkan tên barkirin. Firingiyên ku bi remorkan anîne qadê ji aliyê 3-4 ciwanan ve li ser sergiyê tên rijandin. Ekîbên ku di demjimêrên zû yên beyaniyê de tên, dest bi birîna van firingiyan dikin. Berê birîn tê kirin, piştre tê xwêkirin. Firingiyên xwêkirî em nêzî hefteyekê ji bo hişkbûnê dihêlin. Piştî ku hişk bûn, dîsa bi pêvajoya malştinê em dixin çewalan. Qonaxa me ya piştî ku me xist çewalan, karê paqijkirinê ye. Di vê qonaxê de em yên hişkkirî ji riziyok û toza wan ayîq dikin. Piştî ku me wesayîteke tije mal derxist, em li tirrê bar dikin. Ev firingiyên hişkkirî bi tirrê diçin Îzmîrê, ji Îzmîrê jî ji bo derveyî welat tên hinardekirin."
Ay ê ku diyar kir nêzî 8-10 sal in di nav vê karî de ne, îfade kir ku sala borî sezon bi zehmetî derbas bû, lê îsal bihênî nisbeten çêtir in.
Ay van îfadeyan bi kar anî: "Sala borî hinekî bi zehmet bû. Îsal bihêniyeke nêzî navîn heye, yani piçek be jî kâr dihêle. Tevî ku bihayên sotemeniyê û lêçûnên karkeriyê niha bi zehmet bin jî, em bi awayekî hewla domandina vê karî didin. Em nêzî 8-10 sal in di nav vê karî de ne. Di destpêkê de me karkeriya vê dikir, piştre me çawûşî kir, niha jî wekî Rutin Tarim em dixebitînin, wekî fîrma faalîyetê nîşan didin. Berê em li herêma Îzmîrê bûn, nêzî 3-4 sal in em li Diyarbekirê xizmetê dikin."
"Yevmiya me hezar lîre ye, ev li vê karkeriya giran nayê"
Serdar Çakar
Karkerê çandiniyê Serdar Çakar jî diyar kir ku mesaî di demjimêrên zû yên beyaniyê de dest pê dike û got: "Em sabahê demjimêr di 04.00an de tên, li dor 05.00an em digehêjin vir. Em rojane 800-900 kasên firingiyan tije dikin. Em lezê dikin. Ji ber wê yekê hin rojan dereng, hin rojan zû em kar dixwazin. Firingiyan dicivînin û dibin sergiyê. Yani ev bi karkeran ve girêdayî ye; çiqas bi awayekî lezgir civandinê bikin ewqas zû, çiqas dereng bicivînin ewqas dereng em diçin malê. Li vir em nêzî 24-25 kesî dixebitin. Yevmiya me ya rojane hezar lîre ye, ev li vê karkeriya giran nayê, gelekî kêm e. Em tevahiya rojê di bin tavê de ne. Em nêzî 25 roj in dixebitin û hêj 15-20 roj karê me heye. Yevmiya me hezar lîre ye, ya kesên ku kaseyan bar dikin 2 hezar lîre ye. Em bi malbatî hatine, em bi birayên xwe re pê re dixebitin."
"Dema ku dibistan vebû ez ê dîsa biçim dibistana xwe"
Mustafa Başay
Karkerê xwendekar Mustafa Başay ku di karê hişkkirina firingiyan de dixebite jî diyar kir ku tevî mercên giran ên xebatê, ji bo ku bibe piştgirî ji malbata xwe re dixebite.
Başay wiha axivî: "Li vir ez firingiyên hişk dicivînim, kesimê dikim, carinan jî xwê diavêjimê. Karên herî giran birîna firingiyan û avêtina xwê ye. Ez saet li dor 03.00an radibim, çêdibe ku ez heta saet 00.00ê şevê jî dixebitim. Ez bi diya xwe û bavê xwe re hatime. Dema ku dibistan vebû, ez ê dîsa biçim dibistana xwe."