Lêkolîner-Nivîskar Muhammed Nur Geşgin: Sedema piraniya îfsadên ku ciwanên îro dikin bêmanewiyatî ye
Lêkolîner-Nivîskar Muhammed Nur Geşgin, derbarê qumara sanal a ku di civakê de gav bi gav belav dibe û rêzefîlmên ku bi nirxên Îslamî re naguncin de nirxandin kirin.
Geşgin ê ku ji nûçegihanê İLKHAyê re axivî, diyar kir bi taybetî di serdemeke ku qumara sanal di nav ciwanan de zêde bûye de di vê mijarê de berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê hikûmetê, rêveberiyên herêmî, alim û saziyên civakî yên sivîl.
Geşgin diyar kir ku naveroka rêzefîlman bi senaryoyên ku menşeya wan ji aliyê rejimê dagirker û derdorên ku dijminên cîhana Îslamê ne ve hatine amadekirin tên hilberîn û kayd kir ku bi senaryoyên bi vê rengî heta nav malên mirovan dikevin û hêdî hêdî ciwanan tehrîb dikin.
Geşgin îfade kir ku berhemên bi vê rengî heta nav malên mirovan dikevin û di nav demê de bandorê li civakê dikin û got ku di bingeha gelek neyîniyên ku di nav ciwanan de çêdibin de valahiya manewî heye.
"Siyaseta hikûmet û rêveberiyên herêmî maalesef ber bi texrîbatê ve ye"
Geşgin bal kişand ser ku faalîyetên ku ciwanan îfsad dikin û wan ber bi qezenckirina pereyê lezgîn û hêsan ve beralî dikin tên meşandin û wiha got:
"Di vê mijarê de yên herî mezin ên berpirsiyar, yên di rêza yekem de tên hikûmet û rêveberiyên herêmî ne; piştre jî ji ber ku rol dikeve ser wan, alim û saziyên civakî yên sivîl in. Bi rastî siyaseta hikûmet û rêveberiyên herêmî maalesef ber bi tehrîbatê ve ye, tu bernameyên wan ên ber bi terbiya Îslamî, exlaq û qenaetê ve tune ne. Hatta gelek îcraatên wan ên ku bernameyên bi vê rengî dixin nav zeafiyetê hene. Wekî mînak, her sal di bin navê konsert an navên mîna wê de festîval tên organîzekirin. Ev faalîyetên ku ciwanan îfsad dikin, wan ber bi qezenckirina pereyê lezgîn û hêsan ve beralî dikin dimeşînin. Bi vê re tiştekî din jî zaafiyete gelekî mezin a hikûmetê ya di mijara rêzefîlman de heye. Rêzefîlm ji festîvalan jî bi awayekî lezgîntir mirovan xerab dikin. Çünkü festîval di salê de çend caran tên organîzekirin. Lêbelê rêzefîlm her êvar, di her kanalê de mutlaqa 2-3 heb wekî ku derkevin pêşiya me hene. Mirovan piştî xwarina êvarê heta ku radikevin bi rêzefîlman re demê derbas dikin."
"Mîna ku menşeya rêzefîlman ji aliyê Îsraîl an jî dijminên cîhana Îslamê ve hatibe amadekirin"
Geşgin got: "Ji ber vê yekê ev rêzefîlm, li gelek cihanên cîhanê, tew di hin welatên Mesîhî de jî bi mînakên ku temaşekirina rêzefîlmên Tirkî hatiye qedexekirin tên nîqaşkirin. Wekî mînak li Rûsyayê qedexe ye. Biryareke wisa ya Putîn dikare hebe lê birêvebirên me, îdarekarên me van rêzefîlman teşwîq dikin, wekî Wezareta Kultûrê xelatan didinê. Ev rêzefîlm, mîna ku menşeya wan ji aliyê Îsraîl an jî gelê Tirkiyeyê, derdorên ku dijminên cîhana Îslamê ne ve hatibin amadekirin bi senaryoyan tên hilberîn. Heta nav malên mirovan dikevin û wan hêdî hêdî tehrîb dikin."
Geşgin diyar kir ku şêwazên jiyanê yên di rêzefîlman de tên pêşkêşkirin bi taybetî li ser ciwanan bandoreke azwerker (teşwîqker) çêdike û wiha ragihand: "Jin xwe dişibînin karakterên wê derê, ciwanên mêr bi heman awayî xwe dişibînin tîpên wê derê. Jiyaneke maffyawarî, gelekî dewlemend, ya ku li wesayîtên luks siwar dibin, bi yên herî bedew re digerin tê pêşkêşkirin ji ciwanên me re. Bi vê awayî ciwanan teşwîqî dewlemendbûna lezgir û bêbedel, di dema pêwîst de kirina karên xerab, firotina hişbirê û rêyên ku hîn nayên dev dikin. Yek ji mijarên bingehîn ên ku divê hikûmet li ser bisekine ev e. Li hemberî vê yekê divê rêveberiyên herêmî jî ji bo gelê xwe, ji bo kesên di bajarên wan de dijîn tedbîrên guncav bigirin. Tedbîra herî hêsan a ku dê bigirin, teşwîqkirina mirovan a ji bo faalîyetên dînî, karên xêrê ye, beralîkirin û piştgiriya wan a di vê îstiqametê de ye."
"Heke her kes peywira xwe bi mafê wê bîne cih, civak hêdî hêdî rast dibe"
Geşgin diyar kir ku niha yên ku faalîyeta îfsadê dimeşînin gelekî dixebitin, yên di rêya îslahê de ne jî di nav kêmneteweyê de ne û kêm dixebitin û wiha axivî: "Erka saziyên dînî û aliman jî ew e ku li cem walîtî û qeymeqamiyan teşwîqên pêwîst dabîn bikin û ji gel re waaz, şîret û bernameyên ku diyar dikin ka çi çi ye, çi rast e û çi şaş e organîze bikin. Maalesef ji ber ku tu ji van nayên kirin, ciwan bêxwedî dimînin. Saziyên civakî yên sivîl ên ku hejmara wan kêm e û di vê rêyê de xebatê dikin jî di herêma gurriya faalîyetên îfsadê de kêm dimînin û dikarin bêbandor bibin. Ev rewş dibe sedema ku civaka me ji bingehê ve bête kolandin. Civak gav bi gav xerab dibe. Sedema hevberdanan jî, sedema bêkarmana ciwanan jî, sedema têrnedayîna wan û ketina pey karên xerab bi piranî ev e. Heke her kes peywira xwe bi mafê wê bîne cih, civak hêdî hêdî rast dibe. Xwedayê Mezin dibêje: 'Ji bo mirov tenê beramberiya xebata wî heye.' Niha yên ku faalîyeta îfsadê dimeşînin gelekî dixebitin, yên di rêya îslahê de ne jî di nav kêmneteweyê de ne, kêm dixebitin an jî dengê wan bi qasî ku pêwîst e nayê bihîstin."
"Manewiyat xuraka ruhê mirov e"
Geşgin diyar kir ku di bingeha neyîniyên di nav ciwanan de çêdibin de bêmanewiyatî heye û gotinên xwe wiha berdewam kir:
"Manewiyat xuraka giyanê mirov e. Mirov ji du tiştan pêk tê. Yek laş, yek jî giyan e. Dema giyan veqetiya, laş bi tu tiştî ve naye. Laş aîdî vê cîhanê ye, em di vê cîhanê de ne lê heke laşê di vê cîhanê de û giyanê ku ew hildigire neyê terbiyekirin, ber bi nizam û îslahê ve neçe, dê tiştên gelekî xerab derkevin holê. Sedema piraniya îfsadên ku ciwanên îro dikin jî ev bêmanewiyatî ye. Ji ber wê yekê karê mezin dikeve ser milê aliman û bi taybetî saziyên civakî yên sivîl ên Îslamî. Karê mezin dikeve ser milê waliyan, qeymeqaman jî. Ew jî teşwîqkirina saziyên bi vê rengî û astengkirina saziyên ku îcraatên xerab dikin e. Ciwanekî ku dikeve nav krîza manewî, ji bo ku xwe tetmîn bike maalesef çi şaşî pêwîst be wê dike. Ji ber wê yekê gihiştina manewî gelekî giring e. Tiştê ku mirov bêkêmasî dike û di wateya rastîn de dike mirov ev e. Mirov ji giyan û laş pêk tê. Heke tu beşa laş têr bikî û bihêz bikî, ew ê wê hêza xwe mutlaqa li cîhekî xerc bike. Heke terbiyeya manewî negirtibe, giyanê wî negihiştibe, li cihê karekî baş dê karekî xerab bike."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.