Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî: 2 mirî 2 birîndar

Di êrîşa çekdarî ya ku li Bismila navçeya Diyarbekirê hat lidarxsitin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Bismila Diyarbekirê êrîşa çekdarî li dikaneke komîsyonvanîyê hat kirin, di encama êrîşa çekdarî de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li Sikaka 604emîn a Taxa Akpinara Bismilê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin 2 kesên çekdar êrîş birin li ser dikana kesekî ku karê komîsyonvanîyê dikir. Di encama êrîşê de 4 kesên di dikanê de birîndar bûn.

Piştî xeber hat dayîn re polês û yekîneyên tenduristîyê hatin cihê bûyerê û kesên birîndar hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Digel temamê midaxeleyan Mustafa Çelebî(32) û Abdurrahman Kokel(62) jiyana xwe ji dest dan.

Hat hînbûn Orhan Çinarê (32) ku di êrîşê de giran birîndar bûbû hat sewqkirin Diyarbekir.

Polês bo her du êrîşkar bên girtin xebat dan destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir