Hat ragihandin li ser Rêbeja Diyarbekir-Bîngolê otobuseke rêwîyan qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 30 kes birîndar bûn. Kesekî ku di qezayê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Qeza derdora wextên êvarê li mewqîya Yazili Pinara gundê Mermera Sûrê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan ji ber barana ku barîya ji kontrolê derket û qeza kir. Di encama qezayê de 30 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Li nexweşxanê rêwîyekî ku giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
ÎLKHA