Li Diyarbekirê qeza: 3 mirî 6 birîndar

Li Karaza Diyarbekirê di wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Karaza Diyarbekirê di wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 33 RA 274 a ku ajokarê wê Şaban Ozdag bû û ji hêla Licê ve dihat û wesayîta bi palqeya 33 SP  982 a ku ajokarê wê Hasan Ozer bû li nêzî gundê Gokçena Karazê li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesên bi navê Şaban Ozdag, Şeref Ozdag û Nefîye Cîngoz jiyana xwe ji dest dan û 6 kesên bi navê  Rojhat Cîngoz, Hasan Ozer, Rahîme Ozer, Selahattîn Ozer, Ayşenur Ozer û Yusuf Mîrza Ozer jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin