Li Edenê Êrîşa Molotofê

Li gor xeberên ajansa Îlkeyê, Li Edenê li şûbeya komela Mustezefan, ji teref kesên nenas ve bi molotofa êriş hat kirin.

Li gor xeberên ajansa Îlkeyê, Li Edenê li şûbeya komela Mustezefan, ji teref kesên nenas ve bi molotofa êriş hat kirin. Êriş, di se’et yek û nîvê şevê de hat kirin. Bi êrişê agir bi bînayê ket. Li ser îxbarê, ekîba îtfaiyê hat û şewatê temirand. Di dema êrişê de, kesek di bînayê de tune bû. Bi şewatê xisara maddî çêbû.

Berî niha jî gelek cara, bi dar û kevira, bi molotofa êriş li komelê hatibû kirin. Lê polîs, weka her car, vê carê jî, bi ser guhê xwe ve avêt. Ji bo lêpirsîn û girtina êrişkeran gavekî xuyanî ne avêtiye.

Ji endamên komelê Ramazan Tekîn, der heqê êrişa li ser komelê de weha got “Em zanin ku vê êriş, ji alî nebaş û dilxeraba  hatiye kirin. Em dixwazin asayîş mesûla bigre. Lê heta niha hê nehatine lêkolînê. Ev jî manîdar e.”

Ji ber êrişê, platforma bawer û hurriyeta Însanî ya Eqdenîzê, îro di se’et çarê êvarî de li ber komelê civiyan û bi beyenatek çapemenî ya gelî, êriş şermezar kirin.   (Ferman Çiyayî - Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be