Li Efxanîstanê nîvê zarokan nikarin herin mektebê

Hat îfadekirin ku li Efxanîstanê nêzîkî 4 milyon zarok nikarin biçin mektebê û ji sedî 60ê zarokên keçik jî ji îmkanên perwerdehîyê mehrûm in.

Li gor lêkolîna ji teref Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hat kirin, hat ragihandin ku li Efxanîstanê nêzî nîvê zarokan nikarin biçin dibistanê. Li gor daneyên lêkolîna hat kirin nêzîkî 3 milyon û 700 zarokên emrê wan di nava 7 û 17 salî de ye ji îmkanê girtina perwerdehîyê mehrûm in.

Di lêkolîna ku ji teref UNICEFê ve hat kirin ku sedema zarok nikarin herin dibistanê ya herî mezin zêdebûna herba navxweyî û zêdebûna xizanîyê ye.

Di lêkolînê de hat îfadekirin ku di nava welêt de gel ji bo xebatê mecbûrî koçê dimînin. Li gor daneyên saziyên alîkarîyê di sala 2018an de ji ber herba navxweyî derdora 100 hezar kes ji cîyê ku lê dijîyan bûne.

Li deverên ku xebatên UNICEFê lê zêde henin dibistan tev hatine girtin û gelê deverê zarokên xwe naşînin dibistanan. Li gor daneyên hikumeta Afxan tê texmîn kirin ku li welêt ji be pevçûn û herba navxweyî derdora hezar mektebî hatine girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir