Li Efxanistanê teqîn: 10 mirî

Di teqîna ku li bajêra Celelabada Efxanistanê pêk hat de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li rojhilata Efxanistanê li bajara Celalabadê teqînek pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de li gor agahîyên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Hikûmeta Parêzgaha Nangarhan Ataullah Hucîyan derbarê mijarê de diyar kir piştî ku Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Ganî bajêr ziyaret kir re teqîn pêk hatiye.

Rayedarên mehelî diyar kirin ji ber ziyareta ku hat kirin dikan girtîbûn  ku ev yek jî pêşîya mirina zêdetirî însanan girt.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn