Li Efxanistanê teqîn: 3 mirî 19 birîndar

Di teqînên ku li Efxanistanê pêk hatin de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Celalabada Efxanistanê du teqîn pêk hatin, di encama teqînên ku pêk hatin de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Walîtîya Nangarharê Ataullah Hogyanî ve daxuyanîyek hat dayîn. Hogyanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir sedema teqînê hêj nayê zanîn.

Hogyanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji kesên ku mirine 2 kes zarok in û ji birîndaran jî 8 kes wezîfedarên ewlehîyê ne.

Hêj teqîn ji teref tu kesî ve li ser xwe nehatiye girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn