Li Êlihê qezaya trafîkê: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn

Di qezaya trafîkê ya ku li Êlihê pêk hat de 2 jê giran tevde 5 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin  li nêzî gundê Êdewaya  Gercewsa Êlihê wesayîtek gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Qeza berî bê rojekê li ser Rêbeja Êlih-Gercewsê li nêzî gundê Êdewa  pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  wesaîyata bi plaqeya 33 BFV 47 a ku ajokarê wê Zekî Gunduz bû dema ku ji Gercewsê diçû Êlihê li nêzî Edewa ji ber ku şofên hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gindirî şarampolê.

Di encama qezaya ku pêk hat de Zekî Gunduz, Emîne Gunduz, Beyaznur Gunduz, Yusuf Kaplan û Bedrîte Kaplan  birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.

Hat hînbûn rewşa 2 kesên birîndar giran e. Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir