Li Êlihê vê havînê 26 hezar telebe dersa Qur’anê standin

Wekîlê Miftîyê Bajêra Êlihê Ehmed Duranê ku balan kişand li ser zêdebûna zarokên ku tên dersa Qur’ana Kerîm destnîşan kir li Êlihê vê havînê 26 hezar telebe dersa Qur’anê standin.

Ehmed Duranê Wekîlê Miftîyê Bajêra Êlihê derbarê zarokên ku di heyama havînê de hatin dersa Qur’anê de ji ÎLKHAyê e nirxandinan kir. Duran di nirxandina  ku kir de diyar kir di perwerdehîya Qur’anê de sînora emr û mesaîyê tuneye.

“26 hezar telebeyên me ji kursên havînê îstîdade kirin”

Duranê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew wek Miftîtîya Êlihê amadehîyên xwe bo kursên Qur’anê dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îsal li navenda Êlihê û li gundên ku girêdayê Êlihê ne tev de 719 hînkerên me dersa Qur’anê dan. Îsal nêzî 2 mehan dersa Qur’anê ji wan kesên ku bê şert û merc  hatin girtin kursê re hat dayîn. Li tevahîya Êlihê û li gundên wê tev de li 328 kursan ders hat dayîn. Di van kursan de 12 hezar û 915ê wan lawik û 13 hezar û 353ê wan qîz tev de 26 hezar telebe dersa Qur’anê standin.

“Em li benda hemû kesî/ê ne ku werin kursên me yên Qur’anê”

Duran di dawîya axavtina xwe de diyar kir ku wezîfeya wan bes ne vekirin û girtina camîyê û xwendina banga şerîf e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Kursên me yên Qur’anê yên ku dê di 24ê Îlonê de dest pê bikin dê 9 mehan berdewam bike. Em li benda hemû kesî/ê ne ku werin kursên me yên Qur’anê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû