Li Endonezyayê hejmara mirîyan derket 387an

Hat ragihandin hejmara kesên di erdheja ku yekşema borî li Girava Lomboka Endonezyayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 387an.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Ajansa Birêveberîya Afetê ya Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Berdevk Nugroho, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir heta niha ji ber erdheja ku qewimî 387 kes jiyana xwe ji dest dan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber erdehejê 67 hezar 875 mal, 468 mekteb, 15 camî, 50 mizgeft, 3 nexweşxane, 10 klinîk û 20 avahîyên dezgehan zirar dîtin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn